• Paz. Eki 25th, 2020

İMC Haber 24

Haber sokakta, haber yerde!

Xalid Celalî / Mertala Dinyaya Me: Qada Manyetîk

Bi sedsalan e mirov bi pusûlayê dikevin rêya û li gor wê berê xwe
dibînin. Bi taybetî keştî dema di behrê de diçûn û li dora wan ji xeynî
avê tiştek xuya nedikir pusûlayê rêya wan ronî dikir û li gor wê dizanîn
bi kîjan alî ve diçin. Di sedsala 17 an de hat fêhmkirin ku dinya weke
meqnetîzê ye û pusûla herdem berê xwe dide cemsera bakur a
dinyayê. Bi vê yekê re hat zanîn ku xêzên qada manyetîk a dinyayê ji
cemsera başûr a dinyayê derdikevin û bi awayekî daîrewî ber bi
cemsera bakur ve diçin. Hat fêhmkirin ku pusûla ji ber vê yekê
herdem berê xwe dide cemsera bakur.

Xêzên Qada Manyetîk a Dinyayê. Çavkanî:Gettyimages

Bi salan mirovan texmîn dikir ku sedema qada manyetîk a dinyayê
gumlatên asin/hesin ên di navenda dinyayê de ne. Lê divê bê zanîn ku
ji ber germahîya mezin a di kakilê dinyayê de ev hesin nikare
taybetmendiyên meqnetîzê nîşan bide. Dîsa lêkolînek din jî da zanîn
ku asinê di kakilê dinyayê de ne sebebê qada manyetîk e. Wesayîta
lêkolînan a Gelawêj/Venûs ê Marîner-2 yê tespit kir ku di nava
Gelawêjê de jî gumlatên asin hene lê Gelawêjê weke dinyayê qada
manyetîk nîn e. Gelawêj, 243 caran ji dinyayê hêdîtir dizîvire. Yanî li
gor me 243 rojan carekê Gelawêj dizîvire û rojeka wê temam dibe. Vê
yekê rê li ber lêkolînan vekir û zanistan bandora zivirîn ê ya li ser
qada manyetîk di şertên labaratuarê de piştrast kirin. Li gor vê yekê
gumlatên mezin ên hesin û nîkel ên li kakilê dinyayê yê derve bi
zivirîna dinyayê dibin sedema qada manyetîk a dinyayê.

Xêzên qada manyetîk a dinyayê. Çavkanî:Venngage

Qada manyetîk a dinyayê di fezayê de ji bo me weke mertalekê ye.
Feydeyê wê yê herî zêde jî, me ji teqînên rojê yên bi zerer diparêze. Li
rojê gelek caran teqînên mezin pêk tên û bi van teqînan parçikên hûr
belav dibin. Ev parçik bi elektrîkê barkirî ne û ji bo wana ‘bayê rojê tê
gotinê. Bayê rojê, ber bi dinyayê ve jî tê û radyasyonên zêde bi xwe re
tîne ev radyasyon jî ji bo tenduristiya me gelekî xirab e. Lê qada
manyetîk a dinyayê nahêle bayê rojê bi ser me de bê û bayê rojê bi
ser qada manyetîk ve diherike û hinek jê ji dinyayê dûr dikeve û hinek
jî bi ser qada manyetîk ve diherike cemserên dinyayê. Dema parçikên
bi elektrîkê barkirî dikevin atmosfera dinyayê rastî oksîjen û azotê tên

û ev lihevhatin jî enerjîyeke ronak dirdixe holê û bi vê yekê tîrêjên
cemseran an jî tîrêjên bakur derdikevin holê. Tîrêjên cemseran ne
tenê li dinyayê li hemû gerestêrkên xwedî manyetîk pêk tên.

Tîrêjên cemseran li asîmanan gelek caran dîmenên bêhempa derdixin holê.

Me di vê nivîsê de zanî ku qada manyetîk, ji bo em bi pusûlayê aliyê
xwe bizanin, ji bo parastina me ji radyasyona bayê rojê û her wiha ji
bo pêkhatina tîrêjên cemseran her dem di nava tevgerê de ye û weke
mertalekê xwe avêtîye pêşiya bayê rojê û me diparêze.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir