Funda&Fırat

Di meha Avrêl de li çîyayên bilind  şîn dibe ji bo hezimkirin,valakirin, nexweşiyên
jinokolojîk û ser êşiyê başe.
Di nava wî gîyayê de gellek vîtamîn hene zêdetir vîtamîn a C. Li herêma Dêrsîm de
ev gîya herî pir di nava şorbe, qelî û borek de tê pijandin.

 


Çêkirin :
Gûlik (ne zêde) biçûk tê hûrkirin paşê tê şûştin dûre di nava tawe de 20 deqîqe tê
kelandin. Piştî kelîya û nerm bû tê safitandin. Di destande tê heciqandin (gerek ziwa
nebe). Di nava tawe de bi dorê ; pêşî rûn tê qelandin hêk tê şikandin hinek xwey bi
ser dikin û tê qelandin dawî de gûlik davê jin ser. Piştî hinek qelîya sîren kûtandî
davê jin ser û li benda pijandina wî dimînin…..
Noşîcan be.

Kerese/Naverok
2 kg Gûlik
3 heb Hêk
3-4 serî Sîr
Rûnê nivîşk û Rûnê Zeytûnan
Xwey

Paylaş