Yekane gerestêrka jîyan lê heyî dinya ye. Lewma cihê di şertên xwezayî de mirovahî bikare lê bijî tenê dinya ye. Di xerabûna şertên xwezayî ya dinyayê de jî rola herî mezin ya mirovan e. Bi taybetî piştî destpêkirina şoreşa pîşesazîyê avêtina gaza karbondîoksîtê ya li atmosferê rê li ber germbûna gerdûnî vekir.

Germbûna gerdûnî, dema germahî ji dinyayê diçe ji aliyê hin gazên di atmosferê de tê girtin û dîsa paşve tê şandin e. Ev gaz hilma avê (H2O), karbondîoksît (CO2), metan (CH4) û ozon (O3) in. Rêjeya bandora wan ya li ser germbûna gerdûnî weha ye: av %36-70, karbondîoksît %9-26, metan %4-9, ozon %3-7.

Hilma avê, di şertên xwezayî de bi xwe çê dibe lê gaza piştî avê herî bi bandor karbondîoksît her çiqas di şertên xwezayî de çê dibe jî ji xeynî vê bi şewitandina sotemenîyên fosîl jî derdikeve holê. Lêkolîn didin diyarkirin ku ji sedsala 18an ve rêjeya karbondîoksîtê ya di atmosferê de ji sedî 40 zêde bûye.

Gulana 2019an lêkolînerên Çavdêrxaneya Mauna Loa ya li Hawaii yê da eşkere kirin ku rêjeya CO2(karbondîoksît) ê di atmosferê de giheşt rêjeya di dîrokê de herî zêde û bû 415ppm û ev jî metirsîyeke mezin bi xwe re tîne. Karbondîoksît ji bo jîyana mirovahiyê pêwîst e an heke kêm be yan jî tune be dê dinya gelekê cemidî be. Ji bo jîyana mirovahîyê rêjeya karbondîoksîtê ya herî îdeal 275ppm e. Lê niha gelekê ji vê zêdetir bûye û ev jî dibe sedema germbûna gerdûnî û bi vê yekê ve girêdayî ava vexwarinê kêm dibe û bi helîna qeşayên cemseran metirsîya bajarên li ber behrê ku bimînin di bin avê de zêde dibe. Di ser vê hemîyê re xirabkirina kanîyên oksîjenê daristanan rewşê hê jî xirabtir dike.

Ppm(parts per million), ji bo pîvana gazan tê bikaranîn û “hejmara parçikên di milyonekê de” dîyar dike. Yanî 275ppm tê vê wateyê:di nav mîlyonek molekûlên gazê de 275 molekûlên karbondîoksîtê hene.


Rêjeya zêdebûna Karbondîoksîtê bi salan.

Bi rastî di demeke mirovahî ji bo cihên jîyanê yên nû peyda bike di lêgerînekê de û di vê rê de serkeftinên mezin di hêla fezayê de bidestxistî ev miameleya li himber xwezayê nayê fêhmkirin. Dîyare hêj tu cihên mirovahî bikare lê bijî nehayite dîtin. Nexwe divê demildest tedbîr bên girtin û xebatên çandina daristanan destpêbikin. Yan dema em li gerestêrkek din ji bo jiyanê digerin emê ji ya xwe jî bibin…

Paylaş
Evren ve Fizik üzerine Türkçe ve Kürtçe çalışmaları bulunmaktadır.