• Pts. Eki 26th, 2020

İMC Haber 24

Haber sokakta, haber yerde!

Xalid Celalî /
Rêwîtîya Me Ya Di Gerdûnê De

Xalid Celalî

   Mirovahiyê herdem paşeroja xwe mereq kiriye û dixwaze bizane ka ji kû hatiye, li cihek çawa ye û ber bi kû ve diçe. Me ji xwest di vê nivîsê de li ber ronahiya zanyarîyên heta niha hatin bidestxistin em li rêwîtîya mirovahiyê, li gerdûnê û li cihê me yê li gerdûnê binêrin. Bi qasî tê zanîn emrê mirovahîyê li ser dinyayê dora 195 hezar salan e. Dîsa bi qasî tê zanîn di gerdûnê de yekane cihê jîyan lê heyî dinyaye û emrê dinyayê û rojbendê(solar system) 4,5 milyar sal e her wiha emrê gerdûnê(cosmos/universe) jî li gor hesaban nêzî 14 milyar salan e.

  

  Di gerdûnê de bi giştî em li Gakaksîya Kadizê(milk way) ne û di vê galaksîyê de li Rojbend anku Sîstema Rojê, di gerestêrka (planet) Dinyayê de dijîn. Rojbend, navê xwe ji rojê digire û 8 gerestêrk û 5 gerestêrkên cûce di vê sîstemê de li dora rojê digerin. Gerstêrka herî nêzî Rojê, Zawe (Mercury) ye û piştî wê Gelawêj(Venus), Dinya(Earth), Merîx/Behram(March), Berçîs(Jupiter), Keywan(Saturn), Ûranûs û Neptûn hene. Li dora van gerestêrkan bi qasî tê zanîn 166 peyk(satelitte) hene. Peyka dinyayê ya yekane û xwezayî Hîv/Heyîv e. Hîv, hem li dora xwe û hem li dora dinyayê dizîvire û zivirîna li dora dinyayê di 27 roj û 7 saetan de, zivirîna li dora xwe di 29,5 rojan de temam dike, yanî herdû zivirînan jî hema bêje di eynî demê de dike lewma em her dem rûyekî hîvê dibînin.

Rojbend/Sîstema Rojê

  Di gerdûnê de galaksî ewqas ji hev dûr in ku mesafe bi saletîrêjan(light year) tên pîvan. Leza ronahîyê di valahîyê de 300000km/sanîye ye(di sanîyekê de sêsed hezar kîlometre), yanî di salekê de ronahî 9,5 trîlyon km mesafe diçe û bi vê yekê saletîrêjek dibe 9,5 trîlyon kîlometre. Roj, ji me 150 mîlyon kîlometre dûr e û ronahîya Rojê di nêzî 8 deqîqeyan de digihê me. Yanî ew tava dinyayê ronî dike û laşê me germ dike, dema em li ser laşê xwe pê dihesin, ew ji berîya 8 deqîqeyan ji rojê derketiye û hêj nû gihêştiye dinyayê…

 

 

Roj û gerestêrkên di rêgeha  wê de… (ya herî dûr Pluton e û êdî ew weke gerestêrk nayê qebûlkirin.)

   Wek tê zanîn Dinya, li dora xwe dizîvire û bi hevalbendên xwe yên di sîstema Rojê de jî li dora Rojê digere û rojbend bi tevahî jî di Kadizê de di rêgeha(orbit) xwe de digere. Yanî sîstema Rojê bi xwe jî rêgeheke taybetî xwe di galaksîya me de heye û roj bi gerestêrkên xwe ve di wê rêgehê de bi lezeke mezin diçe. Dinya li dora xwe bi 1670km/saet lez dizîvire û li dora Rojê bi 108 hezar km/saet dizîvire û rojbend jî di rêgeha xwe de bi 720 hezar km/saet lez diçe herçiqas leza rojbendê di Kadizê de ewqasî zêde ye jî tê pêşbînîkirin ku ew ê zîvirîna xwe di 230 milyon salan de temam bike. Yanî dema em vê nivîsê dixwînin û haya me ji tiştekê nîn e; em hem li dora dinyayê hem li dora Rojê hem jî di rêgeha rojbendê de bi lezeke mezin diçin… Çi tiştek ecêb e ne wisa? Lê ewqas şaş nebin, hêj ya mezin maye! Li gor lêkolînan galaksî jî ji hev dûr dikevin. Yanî Kadiza me jî di gerdûnê de ber bi alîyekî ve diçe. Dema em ji rojbendê derdikevin û li galaksîya xwe dinêrin mezinahîyeke bêhempa derdikeve holê ku ji alîyekî Kadizê heta alîyê din 150 hezar saletîrêj in û roja me jî ji navenda Kadizê 25 hezar saletîrêjan dûr e.

Galaksîya Kadizê û Rojbend(Sun)

 

  Li gor zanyarîyan çêbûna gerdûnê bi Teqîna Mezin(Big Bang) dest pê kiriye û emrê gerdûnê jî dora 14 milyar salan e. Dîsa li gor lêkolînan piştî teqîna mezin heta niha gerdûn her ku diçe fireh dibe. Di sedsala bîstan de Edwin Hubble, tesbît kir ku galaksî ji hev dûr dikevin û gerdûn fireh dibe. Lê ev nayê wê wateyê ku her tişt ji hev dûr dikeve. Wek mînak em bêjin di rojbenda me de her tişt di bin bandora rakêşa (gravitational) rojê de ye û ji wê dûr nakevin. Roj û hemû stêrkên din jî di bin rakêşa galaksîyê de ne û galaksîyên nêzî hev jî di bin bandora hev de dimînin û weke kom tevdigerin lewma ev jî ji hev dûr nakevin, lê belê komên galaksîyan ên cuda ji hev dûr dikevin û firehbûna gerdûnê jî li vir dest pê dike.

 

Komên galaksîyan ji 50 heta 1000 galaksîyan pêk tên.

 

  Tê pêşbînîkirin ku galaksîya me û galaksîya bi navê Andromeda di nava 4 milyar salan de bihigên hev, li hev bikevin û piştî lihevketinê ji ber hêza rakêşê jî ew her du bibin yek galaksî. Ji ber ku Andromeda bi 396000km/saet lez ber bi galaksîya me ve tê û rojbenda me jî bi 1098000km/saet lez ber bi wê ve diçe. Li ser vê mijarê çend fikrên cuda hene, lê nayê zanîn ka dinyaya me hingê xira dibe yan jê difelite.

Ji bo sîmûlasyona Kadizê û Andromedayê lê binêrin: https://youtu.be/4disyKG7XtU

  Lê dîsa jî hûn vê yekê ji xwe re nekin xem, ji ber ku emrê me têra dîtina vê tiştê nake. Mirov dikare bêje çawa ku em rojekê tên dinê, piştî zarokatîyê mezin dibin û ber bi mirinê ve diçin; gerdûnê jî bi teqîna mezin dest bi vê rêwîtîyê kir û niha ber bi mirinê ve anku xirabûnê ve diçe, lê emrê wê hinekî ji yê me zêdetir e.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir